Dostên Xîretkêş,
Hêvî dikin we betlanekî baş û gora dilê xwe borandî be û tev baş in.
Em wek Xîret FOUNDATION, ev nêzikê 3 sal in, bo xwendevan û malbatên xwe kar û barên piştgirîyê dimeşînin. Malbata Xîret her roj diçe fireh û mezin dibe. Ligel peşveçûyînên erîni, rewşa gelê me jiber têkçûna aborî xirabtir dibe.
Du projeyên me yên bingehîn henin;
1- Jibo xwendevanên me yên jîr: LI HILCOYÊ BÛRS
2- Jibo malbatên me yên rewşa wanê herî jar: MALBATÊN XWÎŞK
Jiber ku êdî bo me kar û barên rojane nin, em hewce nabînin her meh parvebikin û we agahdar bikin. Lêbelê em bi rastî jî her meh bûrsên 10 xwendewanan(dema dibistan vekirî bi) didin û pakêtên erzakan yên 20 malbatan belav dikin.
Dema me, Cotmeha sala 2021 an destpêkir, dema pandemî bû û 1 Xwendevan û 1 Malbata me hebûn. Em tu welat an jî rêxistinekî û hwd. alîkarî nagrin. Her bi hêz û derfetên xwe yên navxweyî tevdigerin. Heta niha me çi qedandî be, bi hewildanên dost û hevalên me yên wek we, birûmet û xîretkêş karîye û emê her li ser vê rêçê herin.
Çiqas diçe bi her awayî rewş xirabtir dibe. Her roj gelek serîlêdanên xwendevan û malbatan henin û divê em hewildan û xîreta xwe bilindtir bikin.
Me ji destpêkê ve mehane jibo;
Bûrsên Xwendevanan 60 euro
Pakêtên Xwarin û Wexwarinên Malbatan 40 euro kifş kirin.
Ji kerema xwe;
Dost û hevalên rewşa wan dest dide, hinek dîsa hewil bidin.
Xwendevan û Malbetekî hûn jî hildin bin baskên xwe.
Qet nebe Xwendevan an jî Malbatekî re bibin xwîşk/bira.
Xîret, hinek dîsa xîret!..
Xîret FOUNDATION
info@admin