EM LI GARANTORAN DIGERIN

Gelî dost û hevalên xîretkêş,
Wek hûn jî dizanin eva bêtirê 2 salane em bi projeya xwe ya bi navê LI HILCOYÊ DE BÛRS, bûrs didin xwendevanên Kurd.

Par 3 kutabîyên me hebûn wê îsal jî 2 kutabîyên me derkevin.

Em ne tenê bi bûrsan piştgirîya xwendevanên xwe dikin, herwuha bi her awayî li jîyana wan de ji wan re dibin malbat, dibin pişt.

Wê demek kurt de 2 kutabîyên me yên keç, yek bo Perwerdeya Lîsansê û ya din jî bo Mastera xwe bêne Almanya.

Em kar û barên wanê fermî re mijûl in.
Wek hesabên tê ra xwe tijî yên banqê
Wek cîhên mayînê
Wek karekî tam an jî nîv roj.
Û hwd…

Bes ji me re bo xwendevanên me GARANTOR divê.
Bes bo pêvajoya fermî, kesên hal û waxtê wan li cîh divê. Tenê bo belgeyên fermîyetê.

Kerema xwe;
Kurdên welatparêz û xîretkêş,
Ger rewşa we ya ciwakî û aborî li cih e û hûn dikarin/dixwazin bibin GARANTOR bo xwendevanên Kurd, -bitaybetî jî keçik- têkilî bi me re daynin.

Xîret, hinek dîsa xîret…

Xîret FOUNDATION
20-06-2024